Thursday 4 July 2024

Serok Barzanî li gel serkirde û aliyên Sûnneyan civiya



Li dirêjahiya serdana xwe ya bajarê Bexdayê roja pênçşema 04.07.2024 Serok Mesûd Barzanî li gel serkirde û aliyên siyasiyên Sûnneyan li mala Şêx Xemîs Xencer li bajarê Bexdayê civiyan.

Li vê civînê de serkirde û aliyên Sûnneyan rûmetên xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexda hebû û bi serdanekî dîrokî û girîng da zanîn ku encam û bandora wê erênî li ser hemû proseya siyasî bi cîh dihêle. Her wiha behsa daxwaziyan û kêşe û giriftên pêkhateya Sûnne û kêşeya diyarkirina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kirin.

Her li vê civînê de aliyên siyasiyên Sûnneyan daxwazê ji Serok Barzanî kirin yarmetîderê proseya siyasiya Iraqê bê bo ku hemû pêkhat ji bo kêşe û daxwaziyên wan bigihin çareseriyê û tekez li wê yekê kirin ku hebûna Serok Barzanî li Bexda pişt û penaye ji bo pêkhata Sûnne û pêkhatên dinê Iraqê û hêz dide proseya siyasî.

Her li vê civînê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi civîna li gel aliyên Sûnneyan derbirî û hêvî jî xwest ku ev kombûn bibê destpêkek ji bo hevdû têgihiştin û hemahengiya zêdetirê di navbera aliyan de.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina ji bo sedemên serdana Bexdayê û civîna li gel aliyan li nav çarçêweya hemahengiyê, ragihand ku keşêkî erênî li proseya siyasiya Iraqê da hatiye holê ku li ser bingeha destûr û li gor rêkeftinan li ser astengî û netebayî û kêşeyan da zal bibîn.

Di derbarê bi hebûna hêzên Hevpeymanan Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ew babet rehenda niştimanî heye û pêwîste biryara desteyek giştî û niştimanî li vî derbarî de hebê ku xizmeta berjewendî û aramiya Iraq û navçeyê bike.

Di derbarê pirsa diyarkirina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku berjewendiya giştî û paşerojê û çarenivîs li ser rûyê destkeft û berjewendiya takekesî û hizbiye û daxwaz kir ku aliyên Sûnneyan yarmetîderê hevdû bin û ew pirs bi zûtirîn dem bê çareser kirin.