Wednesday 3 July 2024

Serok Barzanî li gel Serok Wezîrê Iraqê civiya



Li çarçêweya serdana Serok Barzanî ya Bexdayê, îro çarşem 03.07.2024 Serok Mesûd Barzanî li gel birêz Mihemed Şiya Sudanî Serok Wezîrê Iraqa Federal civiya.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal hate guftûgo kirin. Her li vê hevdîtinê de tekez li ser derbasbûna kêşeyan û pêdagirbûna bi destûr û parastina aramî û asayîş û serweriya Iraqê û hemahengî û diyaloga di navbera aliyan kirin.

Li dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê daxûyaniyek ji bo dezgehên ragihandinê dan ku naveroka wê bi vî awayî bû:

Serok Wezîr Sudanî:
Serok Barzanî rolekî mezin li proseya siyasiya Iraqê da heye û me danustandinekî avaker encamdaye di derbarê wan hemû dosyeyên ku peywistin bi rewşa navxweyî, her wiha navçeyê bi giştî. Bi piştrastiyê ve eve hengavekî mezine ji bo binyatnana baweriya li navbera Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê de ji bo zalbûna li ser hemû kêşe û asteng û giriftên hêlawestî yên berê û li ser bingeha yasa û destûrê em ber bi vekirina derfeta geşepêdana asoyekî rûn ya ji bo paşerojê bi awayek ku dibê cihê xêr û xweşiyê ji bo hemû gelê me yê li her cîhek bin. rewşa herêmî bi giştî û guhertinên dawî yên navçeyê beşekî din bûn ku li vê hevdîtinê de ku pêwîstiyekî niha ye li vê qonaxa dijwar ku navçe têda derbas dibe û me tekez li ser asayîşa aramî û serweriya Iraqê û dûrketina Iraqê ji wan gengeşeyên navçeyê ji bo parastina wan prensîpên hevbeşên beranber wan hemû dosyeyên rewa yên ku her du alî li ser hevra bûn û bi xêrhatinekî germ li birayê minê birêz Kek Mesûd Barzanî dikîn û gelek bi xêrhatin.

Serok Barzanî:
Gelek spas, bi navê xwedayê mezin û dilovan. Ez gelek xweşhalim bi hevdîtina birayê birêz Serok Wezîrê Iraqê, armanca serdana me ji bo Bexdayê ji bo bilind ragirtina wan hengavane ku berê hatine avêtin bi serpereştiya birêz Serok Wezîr ku bûye sedema pêşketinekî rasteqîne li navbera Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê û li vir pêwîste spas û destxweşiyê li birayê birêz Mihemed Şiya Sudanî Serok Wezîrê Iraqê bikim, her wiha spasî rol û keda Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê her wiha hemû berpirsên her du Hikumeta Federalî û Hikumeta Herêma Kurdistanê bikim ji bo hewlên wan. Her wekî birayê minê birêz Serok Wezîrê Iraqê jî balkişand ser guftûgoya me avaker bûn, hem li asta navxweyî hem li asta herêmî û nêrîneke hevbeş hebû, bi piştevaniya xwedê berdewam dibîn li hemahengî û hevkariyê û we piştrast dikîn heta ew dema niyetpakî hebê hîç kêşeyek nabê berbest ji bo çareserkirinê. Spas ji bo xwedê ew niyeta pak heye û birayê minê birêz Serok Wezîr Sudanî welat bi vê niyeta pak birêvedibe û li dirêjahiya wê niyeta pak gihîştîne vê qonaxa dilxweşker û hêvîdarîn encamên wê li berjewendiya hemû Iraqiyan bê, dûbare spasî wê pêşwaziya we ya germ dikim û gelek dilxweşim bi hevdîtina we.

Hêjayî gotinêye piştî vê hevdîtinê firavînek li ser şerefa Serok Barzanî ji aliyê Serok Wezîrê Iraqa Federal ve hate saz kirin û hejmareke zêdeyê serkirdeyên siyasiyên Iraqê beşdarî vê firavînê bûn.