Wednesday 3 July 2024

Serok Barzanî li gel Serokê Encûmena Bilinda Dadwerî ya Iraqê civiya



Li çarçêweya serdana xwe de Serok Barzanî û şanda li gel ya Bexdayê îro çarşema 03.07.2024 Serok Mesûd Barzanî li gel birêz Fayeq Zêdan Serokê Encûmena Bilinda Dadwerî ya Iraqê civiya.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û peywendiya di navbera aliyan û pêşhatên dawî yên herêmî guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serokê Encûmena Bilinda Dadwerî ya Iraqê xweşhaliya xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexdayê ragihand û bi girîng û dîrokî wesif kir.