Thursday 4 July 2024

Serok Barzanî li gel Serokê Partiya Teqedum civiya



Li çarçêweya serdana xwe ya Bexdayê roja pênçşema 04.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî li gel birêz Mihemed Helbûsî Serokê Partiya Teqedum civiya.

Li hevdîtinê de ji bilî behskirina rewşa siyasiya Iraqê û hevkêşeyan, babeta diyarkirina Serokê Encûmena Nûneran û her wiha bi cîhkirin û pêdagirbûna aliyan bi rêkeftina hevpeymaniya îdareya dewletê guftûgo kirin.