Tuesday 16 July 2024

Serok Barzanî li rêya telefonê peywendiyê bi Berpirsê Leqa 22 Germiyan ya PDK kir



Êvariya roja sêşem 16ê temmûza 2024 Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Ekrem Salih Berpirsê Leqa 22 ya Germiyan ya Partiya Demokrata Kurdistanê ve kir.

Li vê peywendiyê da Serok Barzanî ji bilî halpirsînê, xweşhaliyê xwe ji bo selametiya berpirsê leqa 22 Germiyan ya PDK derbirî û wê kirdara terorîstiya li ber mala berpirsê leqa 22 ya PDK şermezar kir û ragihand encamder û ewên li pişt wê kirdara terorîstiyê dane bi piştrastiyê ve baca wê karê têkderane didin.