Sunday 4 August 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Awusturya li Iraqê kir



Roja yekşema 04.08.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Andrea Nasi Balyozê Awusturya li Iraqê kir.

Li vê hevdîtinê de Balyozê Awusturya li Iraqê bi kurtî li pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe ya bi taybet li warên akademî û hevbeşiya zanîngehên her du aliyan û warê aborî û bazirganiyê de xisterû.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî rûmetên xwe yên ji gel û Hikûmeta Awusturya hebû ku yarmetîder û hevsozê doza gelê Kurdistanê bûne û daxwaz jî kir peywendî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û Awusturya zêdetir geş bibe.

Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlemena Kurdistan û peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê û çareserkirina giriftan kirin.

Berdewamiya gefa terorê li ser asta cîhan û navçeyê û her wiha rewşa Şingalê û sedemên bi cîh nekirina rêkeftinnameya Şingalê mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.