Wednesday 5 June 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Roja çarşema 6ê hezîrana 2024, li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Iraqê û pêşhat û guhertinên dawî kirin û balkişandin li ser wan pêşveçûn û li hev têgihiştinên erêniyên ku li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqa Federal de ya bi navê çareserkirina bingehîna kêşeyên helawestiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê pêkhatine.

Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa navçeyên kêşe li serên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û wan asteng û kêşeyên emnî û siyasiyan kirin ku li wan navçeyan da ji bo nîştecihên resenê navçeyê dirust dibin û her du alî hevrabûn ku pêwîste çareseriyeke guncayî ji bo çareserkirina wan kêşeyan bê dîtin.

Pêşhat û guhertin û rewşa emnî û siyasiya navçeyê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.