Monday 5 August 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Roja dûşema 05.08.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li vê hevdîtinê de behsa pêşhat û aloziyên dawî yên navçeyê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî kirin, di derbarê hengavên çareser û aramkirina rewşê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her du aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku navçe xwe zêdetir li beramber girjî û aloziyên zêdetir nagrê û pêwîstî bi aramî û asayîşê heye.

Peywendiyên di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqa Federal û encama dawî ya serdana Serok Barzanî ya Bexda û hevdîtin û civînên li gel aliyên siyasiyên Iraqê û balyoz û nûnerên welatan li Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Her li vê hevdîtinê de rewşa Şingalê û pêwîstiya asayîkirina rewşa navçeyê û bi cîhkirina rêkeftinnameya Şingalê xistin ber behs, ji aliyê xwe ve Serok Barzanî behsa wan hewl û qurbanîdan kir ku bi navê azadkirina Şingalê û şikandina terorîstan hatine avêtin, lê mixabin niha çend hêzekî neyasayî li wirin ku rêgirin li asayîkirina rewşa Şingalê û vegerana xelkê wan navçeyan li ser mal û mulkên wan.

Li dawiya hevdîtinê de behsa encama dawî ya guftûgoyên di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û hêzên hevpeymanan yên li ser pirsa hebûna wan ya li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.