Sunday 9 June 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir



Roja yekşema 09.06.2024 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Rojhilata Navîn bi giştî û berbest û astengiyên li ber aramiya navçeyê kirin.

Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiya dostaneya di navbera Herêma Kurdistan û Fransa û berdewamî û berev pêşve birina peywendiyên dostaneya di navbera her du aliyan bi girîng zanîn.

Her wiha Serok Barzanî spasî Fransa kir û balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê tu demekê rola dostane û erênî ya gel û Hikûmeta Fransa ji bîr nake ku li qonaxên dijwar de hevsoz û palpiştê gelê Kurdistanê bûn û her wiha behsa helwesta Serok François Mitterrand ya li piştgîrî û bi alîkarîkirina gelê Kurd ya li sala 1991 û hewldana wan ya li derxistina biryara 688 ya Encûmena Asayîşê û dirustkirina navçeyekî aram û parastina gelê Kurdistanê kir.

Li dawiya hevdîtinê de behsa hilbijartina Parlemena Kurdistanê kirin ku biryare îsal bê encamdan û tekez li ser pêwîstiya birêveçûna hilbijartinekî paqij û bê asteng kirin.