Roja çarşema 25ê Eylûla 2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.
Li vê hevdîtinê de ku birêz Yann Braem Konsulê Fransa li Hewlêrê jî amade bû, di derbarê pêşhatên dawî û siyasî û guhertinên li asta Iraq û navçeyê de û her wiha peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de balkişand li ser girîngiya wê korbenda aboriya ku di derbarê peywendiyên aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa de li Parîsê hate sazkirin û tekez li ser pêşxistina peywendiyên aboriyên di navbera her du aliyan kirin.
Birêveçûna hilbijartina Parlemena Kurdistanê li cotmeha bê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.