Monday 17 March 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir



Roja dûşema 17 ê Adara 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Jann Brem Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê jî amade bû, rewşa giştî ya Iraqê û pêşhatên siyasî û emniyê dawî yên navçeyê û her wiha proseya aştî li Tirkiye û hatina birêz Mezlûm Ebdî û şanda Dem Partî ya li cem Serok Barzanî guftûgo kirin û Serok Barzanî palpiştiya xwe ji bo proseya çareseriya aştiyane li Tirkiye dûpat kir.

Li beşeke dinê vê hevdîtinê de balkişandin li ser hengavên pêkanîna kabîneya dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hilbijartinên paşerojê ya Encûmena Nûnerên Iraqê û proseya siyasiya Iraqê. Her wiha tekez jî li pêşxistina peywendiyan û dostayetiya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistan û gelê Fransayê kirin.