Saturday 16 November 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Iraq li Urdinê kir



Roja şemiya 16.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Omer Berzencî Balyozê Iraq li Şahnişîna Urdinê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî û guhertinên navçeyê û her wiha hilbijartina Parlemena Kurdistanê li cotmeha derbasbûyî de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî li erk û karên wî da hêviya serkeftinê ji Balyozê Iraq li Urdinê re xwest.