Monday 20 May 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Kuweyt li Iraqê kir



Roja dûşema 20ê Gulana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Tariq Abdulla Elferec Balyozê Kuweyt li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Osman Dawid Konsulê Giştî yê Kuweyt li Hewlêr amade bû, Balyozê Kuweyt li Iraqê silavên Mîrê Kuweytê bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe ji bo rola dîrokiya Serok Barzanî ya li aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê û kûrtir kirina peywendiyên gelê Kurdistanê û welatê wan hebû, tekez jî li dostayetî û pêşxistina peywendiyan kir.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser êşên hevbeşên gelê Kurdistanê û gelê Kuweytê û peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û welat û serkirdayetiya Kuweytê bi dîrokî û girîng û dostane wesif kir.

Proseya siyasiya Iraqê mijareke dine vê hevdîtinê bû.