Tuesday 27 August 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Pakîstanê li Iraqê kir



Roja sêşema 27.08.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Zîşan Ehmed Balyozê Pakîstan li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Pakîstan li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo avadanî û aramî û wan pêşketinên li Herêma Kurdistanê pêkhatine derbirî û destxweşiyê li Hikûmet û Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir. Eve jî bi Serok Barzanî ragihand, welatê wan xwazyare peywendiyekî nêzîk li warên cûr bi cûrên bazirganî û kultûrî da li gel Herêma Kurdistanê hebê.

Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û her wiha gefa terorê li ser asta cîhanî û navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.