Sunday 17 November 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Polonya li Iraqê kir



Roja yekşema 17.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Marcin Kubiak Balyozê Polonya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Polonya li Iraqê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê û serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê wekî serketiyê yekem li Serok Barzanî kir. Her wiha rûmetên xwe ji bo rola Serok Barzanî û sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê ya li avakirina aramiyê û geşkirina Herêma Kurdistanê hebû, ragihand welatê wan bi girîngiyeke zêde ve temaşa rola Herêma Kurdistanê li Iraqê û navçeyê da dike û Polonya xwazyarê ewe ye peywendî û dostayetiyê li gel Herêma Kurdistanê li warê perwerde û xwendina bilind û çandin û warên din de pêşbixe.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya Balyozê Polonya li Iraqê kir û tekez li ser dostayetî û peywendiyên her du aliyan kir. Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser hilbijartinên Parlemena Kurdistanê ragihand beşdariya gelê Kurdistanê bi rêjeyeke ber bi çav li hilbijartinan û li rewşeke aram da serê me hemûyan bilind kiriye. Ewe jî xisterû ku her wekî çawa hilbijartin bi serkeftiyane birêveçû, qonaxa pêkanîna hikûmet û danustandina aliyan jî bi serkeftiyî digihe encam û ragihand xwazyarê pêkhatina hikûmeteke bingeha wê berfirehin ewe jî li gor destkeftên hilbijartinê dibe.

Her li vê hevdîtinê de serdana vê dawiyê ya Serok Wezîrê Iraqê ya Herêma Kurdistanê û her wiha hewlên ji bo parastina aramiya Iraqê û dûrxistina Iraqê ji metirsiyên paşerojê û hevkêşeyên navçeyê, hatin guftûgo kirin.