Monday 30 September 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir



Roja dûşema 30ê Eylûla 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Elbrus Kutrashev Balyozê Rûsya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Maxsim Rubin Konsulê Giştiyê Rûsya li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Rûsya pesnê wê aramiyê da ku li Herêma Kurdistanê heye û ragihand welatê wan bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê dike. Balyozê Rûsya li Iraqê her wiha spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo amadekariyên sazkirina konferansa (Rola Rojhilatnasên Rûsan ya li nasandina pirsa Kurd û Kurdistanê) kir ku bi hevbeşî û hemahengiya di navbera Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsya û Zanîngeha Soran û Peymangeha Rojhilatnasiya Rûsya tê sazkirin.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û Sûriye û guhertinên dawî yên li ser asta navçeyê û metirsî û pirsgirêkên li ber aramiya navçeyê hatin gotubêjkirin.

Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hilbijartina Parlemena Kurdistanê ya 20ê Cotmeha 2024 mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.