Thursday 4 July 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir



Roja pênçşema 04.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Anil Bura Inan Balyozê Tirkiye li Iraqê kir.

Li civînê de pêşhatên dawî û rewşa siyasiya Iraqê xistin ber behs û Serok Barzanî sedem û armanca serdana xwe ya Bexdayê xisterû û balkişand li ser wê yekê ku li nav proseya siyasiya Iraqê da keşêkî erênî pêkhatiye ku dikare bingeheke baş bê ji bo çareserkirina kêşeyan.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Tirkiye li Iraqê ragihand welatê wan palpiştê eweye ku gîr û giriftên siyasiyên Iraqê bi diyalog û hevdû têgihiştinê bê çareser kirin û hîç pêkhateyek neyê îhmal kirin.

Peywendiyên aborî û siyasiyên di navbera Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê û Tirkiye mijareke dinê vê hevdîtinê bû.