Roja dûşema 17 ê Adara 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bura Înan Balyozê Tirkiye li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku Erman Topçu Konsulê Giştî yê Tirkiye li Hewlêrê jî amade bû, di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û balkişandin li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye û her wiha serdana Wezîrê Uzeyê (Enerjiyê) Tirkiyê ya Herêma Kurdistanê.
Hengavên pêkanîna kabîneya dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û diyaloga di navbera aliyên siyasiyên Herêmê û her wiha hilbijartinên bê ya Encûmena Nûnerên Iraqê mijarên dinê vê hevdîtinê bû.