Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.
Li hevdîtinê de ku Erman Topçu Konsulê Giştî yê Tirkiye li Hewlêrê amade bû, di derbarê pêşhat û rewşa siyasî ya navçeyê û peywendiyên di navbera her du Hikûmetên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal gotûbêj kirin.
Her li vê hevdîtinê de balkişandin li ser pêvajoya çareseriya aştiyê li Tirkiye û Balyozê Tirkiye li Iraqê spasiya Serok Barzanî kir ku bi dirêjahiya salên derbasbûyî de roleke girîng li palpiştî kirina pêvajoya çareseriya aştiya li Tirkiyê de hebûye.
Peywendiyên di navbera her du aliyan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.