Thursday 4 July 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îran li Iraqê kir



Roja pênçşema 04.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Kazim AlSadiq Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî armanc û sedemên serdana xwe ya Bexdayê xisterû.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Îran li Iraqê ragihand ku welatê wan bi girîngiyê ve temaşa serdana Serok Barzanî ya Bexdayê dike û piştevanê wê ye. Hêvî jî xwest encama erênî ji vê serdanê bikevê û kar bi wê rêkeftinan bê kirin ku li navbera aliyên Iraqiyan da heye.

Peywendiyên du alî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.