Tuesday 7 May 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îspanya li Iraqê kir



Roja sêşema 07.05.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyaî le birêz Pedro Martineth Balyozê Îspanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Îspanya li Iraqê wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku agahdarî dîrok û xebat û wan êşane ku bi ser gelê Kurdistanê da hatiye û pêzanînên xw ji bo ruhê xweragiriya gelê Kurdistanê hebû û geşbûn û pêşketinên Herêma Kurdistanê bilind nirxand û wekî mînakek ji bo beşên dinê Iraqê wesif kir.

Rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal mijareke dine vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser xebat û qurbanîdana bêhejmara gelê Kurdistanê ya ji bo pêkanîna mafan û aramiya hemû Iraqê tekez li wê yekê kir ku pêwîste hemû aliyek wane li dîrok û şaşiyan werbigrin û vegerin li ser destûrê û gûftugo û diyalog û li hev têgihiştinê hilbijêrin ku bi baştirîn rêye ji bo çareserkirina kêşeyan û pêkanîna aramî û geşbûnê ya li Iraqê da zanîn.

Rewşa navxweya Herêmê û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îspanya mijareke dinê vê civînê bûn.