Sunday 25 August 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê kir



Roja yekşema 25ê Tebaxa 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Maurizio Greganti Balyozê Îtalya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Îtalya li Iraqê ku bi helkefta dawî hatina erkên xwe yên li Iraqê û bi mebesta xatir xwestin û malavayîkirinê serdana Serok Barzanî kiribû, tekez li ser dostayetiya di navbera gelê Îtalya û gelê Kurdistanê kir û hêviya berfirehtirkirina peywendiyên di navbera her du aliyan xwest.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Îtalya li Iraqê xwest û ji bilî balkişandina peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û Îtalya, wan peywendiyan bi dîrokî û dostane wesif kir.

Rewşa siyasiya Iraq û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û gef û pêşhatên navçeyê û babeta hebûna hêzên Hevpeymanan li Iraqê û her wiha girîngiya hilbijartinên meha Cotmehê ya Herêma Kurdistanê çend mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Hêjayî balkişandinê ye li vê hevdîtinê da birêz Mişêl Kamêrota Konsolê Giştiyê Îtalya li Hewlêrê jî amade bû.