Roja çarşema 19ê Adara 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Niccolo Fontana Balyozê Îtalya li Iraqê kir.
Li vê hevdîtinê de ku birêz Tommaso Sansone Konsulê Giştî yê Îtalya li Hewlêrê jî amade bû, pêşhatên dawî û guhertinên siyasî û emniyên Iraq û navçeyê û her wiha rewşa Sûriye û peymana di navbera aliyên Kurdan û Hikûmeta nû ya Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan. Her wiha ronahî jî xistin li ser proseya aştî li Tirkiye û Balyozê Îtalya li Iraqê rola Serok Barzanî li yarmetîdana ji bo gihîştina bi çareseriya aştiyane û diyaloga bi Tirkiyê re bilind nirxand.
Her li vê hevdîtinê de hengavên pêkanîna kabîneya dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê li payîza îsal de guftûgo kirin.
Metirsiyên serhildana terorê li navçeyê, mijarê dinê vê hevdîtinê bû.