Tuesday 24 September 2024

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek endamên Komeleya Şehîdên Zîndî ya Leqa Dihokê kir



Roja sêşema 24ê Eylûla 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek ji Pêşmergeyên Endamên Komeleya Şehîdên Zîndî ya Leqa Dihokê kir.

Ew Pêşmerge li 19ê Eylûla 2024 li bajarê Dihokê bi piyan ber bi Selaheddînê birêketine û piştî pênç rojan bi piya rêveçûnê gihîştine Selaheddînê bi mebesta hevdîtina wan ya li gel Serok Barzanî û bilind ragirtina heftemîn salvegera referandûma gelê Kurdistanê û bi wê helkefta niştimanî û dîrokî ve pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe pêşkêşî wan qehremanan kir ku ji bilî wê yekê rewşa tendirustiya wan ji bo bîranîna pîroza niştimanî zehmetiyê kêşane û bîranîna referandûmê bilind ragirtiye û her wiha pesnê ruhê fedakarane û niştimanperweraneya ewan kir ku li sengerên Pêşmerge da azayane berevaniyê li ax û niştiman kirine.