Roja dûşema 26 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetî û serok hozên parêzgeha Enbar û dewrubera Bexdayê kir.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan spas û rûmetên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku herdem bergirîkar û palpiştê daxwaz û mafê pêkhatên Iraqê bûye. Her wiha spasî ruh û giyanê mîhvandostiya xelkê Kurdistanê kirin ku li rojên teng de û di dema şerê terorê da sedan hezar koçberan hewandiye. Her li vê hevdîtinê de endamên şanda mîhvan behsa rewşa parêzgeha Enbar û her wiha maf û daxwaz û kêşeyên navçeyên xwe kirin û Serok Barzanî ji çendîn pêşniyar û daxwazên xelkê navçeyên xwe agahdar kirin û daxwaz jî kirin li pêvajoya hukimranî û sazî û damezraweyên dewletê da hevsengî hebê û hemahengî û birayetî û tebayî li navbera hemû pêkhatên Iraqê de bê bihêztir kirin.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina şanda mîhvanan, gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û li axaftina xwe de balkişand li ser wê şaşî û binpêkirinên ku piştî rûxana rejîmê hatine encam dan û tekez li wê yekê kir ku pêvajoya siyasî li Iraqê da wê demê serkeftî dibe ku hemû aliyek pêdagirê destûr û prensîpên li hevkirin û hevbeşî û hevsengiyê bin. Li berdewamiya gotara xwe de Serok Barzanî behsa guhertinên navçeyê û her wiha hilbijartinên paşeroja Iraqê û çawayî ya parastina Iraqê ji gef û astengan kir.
Li beşeke gotara xwe de Serok Barzanî bersîva pirsiyar û têbîniyên amadebûyan da.