Sunday 25 May 2025

Serok Barzanî pêşwaziya hejmareyek emîr û serok hoz û kesayetiyên hozên parêzgehên başûr û naverasta Iraqê kir



Roja yekşema 25ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek emîr û serok hoz û kesayetiyên hozên parêzgehên başûr û naverasta Iraqê kir.

Li vê hevdîtinê de şanda mîhvan spasiya helwesta Serok Barzanî ya ji bo hewldana bi cîh kirina aramî û kûrkirina pêkvejiyanê û birayetî û tebayiyê kirin û her wiha spasiya gelê Kurdistanê kirin ku li rojên teng û şerê terorê da himbêza hejmareke zêdeyê koçberên beşên dinê Iraqê kirin. Şanda mîhvan pesnê aramî û pêşketinên Herêma Kurdistanê kirin ku ji bilî hebûna astengiyan lê belê Herêma Kurdistanê kariye li ser rêya geşkirinê de hengavan bavêje. Her wiha ragihandin ku ew ji daxwaziyên rewayên gelê Kurdistanê têdigihin û ewan peyama palpiştî û muhebet û rûmetê ji bo gelê Kurdistanê heye.

Her li vê civînê de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina mîhvanan kir û li axaftina xwe ya ji bo amadebûyan re balkişand li ser dîroka damezrandina dewleta Iraqê û wan êş û zulman kir ku Hikûmetên Iraqê li ser gelê Kurdistanê de anîne. Ewe jî xisterû ku hebûna nakokiyên gelê Kurdistanê bi Hikûmet û rejîman re, nayê wê wateyê ku nakokî bi gel û pêkhatên Iraqê re heye û siyaseta şaş ya hikûmetan tu demekê nikarê peywendiya di navbera gelan têk bidin.
Serok Barzanî ragihand ku hez dikîn hemû Iraq avadan bê û geş bibe û kerameta welatiyan li hemû beşên Iraqê parastî be.

Li beşeke dinê axaftina xwe de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal, wê yekê dûpat kir ku nabê debara welatiyan bê siyasî kirin û wekî çekek li dijî xelkê Kurdistanê bê bikaranîn. Tekez jî li wê yekê kir ku desthilata li Iraqê, wê demê serkeftî dibe ku destûrê bi cîh bike û hemû aliyek pêdagirê her sê prensîpên li hevkirin û hevsengî û hevbeşiyê bin.