Wednesday 19 February 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir



Roja çarşema 19 ê Şubata 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Daniel Rubinstein Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Sûriye û pêşhatên dawî û guhertinên navçeyê guftûgo kirin. Her wiha ronahî xistin li ser encamên serdana şanda Îmraliyê ya Herêma Kurdistanê û her wiha hevdîtina di navbera Serok Barzanî û birêz Mezlûm Ebdî.

Peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser tevger û reftarên nebicîh û êşandin û azardana cotkarên Kurd yên li parêzgeha Kerkûkê balkişand li ser wê yekê ku ev reftar nîşana eqliyeta şoveniyê ne û dîmenên jenosayda gelê me li bîra me tîne.

Serok Barzanî ewe jî dûpatkir ku pêwîste li Iraqê da li çarçêweya destûrê de kar bi prensîpên hevbeşî û hevsengî û li hevkirinê bê kirin.