Roja şemî ya 19 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Balyoz Steven Fagin Karbirêkerê Karubarê Balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Steven Bitner Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê jî amade bû, Karbirêkerê Karubarê Balyozxaneya Amerîka li Iraqê ji bilî balkişandina li ser rola Herêma Kurdistanê ya li ewlehiya Iraq û navçeyê tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyarê Herêma Kurdistana bi hêze û ewlehiya Herêma Kurdistanê li berjewendiya hemû aliyek de ye.
Her li vê hevdîtinê de pêvajoya çareseriya aştî ya li Tirkiye û rewşa Sûriye gotûbêj kirin û Karbirêkerê Karubarê Balyozxaneya Amerîka li Iraqê pêzanînên xwe ji bo rol û hewlên Serok Barzanî ya li palpiştî kirina pêvajoya aştî li Tirkiye û her wiha li hevdû nêzîk kirin û bi hêzkirina yek gotariya aliyên li Kurdî yên Sûriyê hebû.
Serok Barzanî jî ragihand ku pêvajoya çareseriya aştî li Tirkiye li berjewendiya hemû aliyek û navçeyê ye û em bi hemû karîn û şiyanek ve palpiştiya wê pêvajoyê dikin û çi pêwîst bê ji bo serxistina vê pêvajoyê encam didîn.
Hengavên pêkanîna kabîneya dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û şanda mîhvan wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku Amerîka pêşwaziyê li wê peymanê dike ku li navbera her du Hikûmetan li ser mûçe û şayesteyên darayiyên Herêma Kurdistanê de li holê daye.