Sunday 23 June 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Konsula Giştî ya nû ya Brîtanya li Hewlêrê kir



Roja yekşem 23 hezîrana 2024, li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Andrew Daisley Konsula Giştî ya nû ya Brîtanya li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de ku Rosy Cave Cîgira Balyoza Brîtanya li Iraqê amade bû, Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina şanda mîhvan hêviya serkeftinê ji bo konsula nû ya Brîtanya li Hewlêrê ya li erkê wê ya nû de xwest. Her wiha balkişand li ser peywendiya dostane û dîrokiya di navbera gelê Kurdistan û Brîtanya da û hêvî xwest peywendiyên wan berdewam bin û zêdetir ber bi pêşve bibin.

Ji aliya xwe ve Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê spasî helwesta Serok Barzanî kir û behsa peywendiyên di navbera gel û Hikumeta Herêma Kurdistanê û Brîtanya kir û amadehiya xwe ji bo berdewamîdan û baştirkirina wan peywendiyan nîşanda.

Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û metirsiyên serhildana terorê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.