Thursday 15 August 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê nû yê Amerîkayê kir



Roja pênçşem 15.08.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Steve Bitner Konsulê Giştiyê nû yê Amerîka li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Mark Stroh Konsulê Giştiyê berê yê Amerîka li Hewlêrê amade bû, Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Konsulê nû yê Amerîkayê hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û her wiha rûmetên xwe ji bo rola Konsulê Giştiyê berê yê Amerîkayê li pêşxistina peywendî û hemahengiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hebû.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spas û rûmetên xwe pêşkêşî gel û Hikûmeta Amerîkayê kir ku li qonaxên cûr bi cûr da piştevanê gelê Kurdistanê bûne bi taybet li damezrandina navçeya dijefirîn ya Kurdistanê li piştî raperîna xelkê Kurdistanê ya li 1991 û rûxandina rejîma berê ya Iraqê li 2003 û her wiha yarmetîdana Herêma Kurdistan û Iraqê li şerê dijî terorê de.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê hilbijartinên paşerojê ya Herêma Kurdistanê û serdana dawî ya Serok Barzanî ya Bexda û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal û rewşa siyasiya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.