Wednesday 30 October 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Dewleta Îmarat li Hewlêrê kir



Roja çarşema 30.10.2024 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Ehmed Abrahîm Alzahirî Konsulê Giştî yê Dewleta Îmarat li Hewlêrê kir ku bi helkefta dawî hatina erkên xwe û malavayîkirinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî spasî erk û keda Konsulê Giştî yê Dewleta Îmarat li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina peywendiyan û dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îmaratê kirin.