Thursday 1 August 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir



Roja pênçşema 1ê Tebaxa 2024 li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Yann Braem Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî yên Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqa Federal û her wiha hilbijartinên paşerojê ya Parlemena Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser dostayetî û peywendiya dîrokiya di navbera Herêma Kurdistan û Fransa û pêşxistina wan peywendiyan kirin.