Roja pênçşema 19.12.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Yann Braem Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir.
Li vê hevdîtinê de di derbarê hengavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û encama civînên aliyên siyasî de guftûgoyê kirin. Serok Barzanî balkişand li ser naveroka civîna PDK bi aliyên siyasiyan re û ragihand ku li civînan û diyaloga hevbeş ya bi aliyan re yên ji bo bi leztir kirina vê proseyê û pêkanîna hikûmetê li ser bingeha encamên hilbijartinê de berdewamin.
Rewşa Suriye û guhertin û metirsiyên serhildana terorê û dirust bûna ne aramiya li navçeyê bi giştî mijarên dinê vê hevdîtinê bûn. Di derbarê vê pirsê de, Serok Barzanî hêviya desteberbûna aramî û xweşguzeraniyê ji bo xelkê Suriye yê xwest. Her wiha bi diyalog û hevdû têgihiştinê pirsên navxweyî bêne çareser kirin. Li vê çarçêweyê da jî rewşa Kurd li Suriye li ser bingeha daxwaza wan bi xwe ya ji bo mafên wan ya li paşeroja Suriyê de li ber çav bê girtin.