Sunday 4 August 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Holanda li Hewlêrê kir



Roja yekşema 04.08.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Jaco Beerends Konsulê Giştî yê Holanda kir ku bi mebesta malavayî û bi helkefta dawî hatina erkên wî serdana Serok Barzanî kiribû.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî spasiya erk û keda konsulê Giştî yê Holanda li Hewlêrê, hêviya serkeftinê li karê wî yê nû de xwest û tekez jî li ser pêşxistina peywendî û dostayetiya di navbera gelê Kurdistan û Holandayê kir.

Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û gefên terorê û her wiha hilbijartinên Parlemena Herêma Kurdistanê û proseya çaksaziyên Wezareta Pêşmerge mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.