Roja şemiya 21.09.2024 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya li birêz Maksîm Robîn Konsulê Giştî yê Rûsya li bajarê Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha ronahî xistin li ser hilbijartina Parlemena Kurdistanê ya li meha cotmeha bê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û encamên erêniyên serdana dawî ya Serok Barzanî ya Bexdayê.
Her li vê hevdîtinê de balkişandin li ser peywendiya dîrokî û dostayetiya kevnar ya di navbera gelê Kurdistan û gelê Rûsyayê û rawêstgehên girîngên van peywendî û dostayetiyan û Konsulê Giştî yê Rûsya li Hewlêrê wê yekê dûpat kir ku dostayetî û peywendiyên di navbera her du aliyan li hemû cûre rewşek da berdewam dibin û dimînin.