Roja çarşema 23.10.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Albrecht von Wittke Konsulê Giştiyê nû yê Almanya li Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de Konsulê Giştiyê Almanya li Hewlêr ji bo birêveçûna serkeftiyaneya proseya hilbijartina xula şeşema Parlemena Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û bi hengaveke girînga Herêma Kurdistanê ya ji bo qonaxeke nû ya jiyana siyasî wesif kir.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û her wiha hengavên piştî proseya hilbijartina Parlemena Kurdistan û pêkanîna Hikûmeta nû de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsulê Giştiyê nû yê Almanya li Hewlêrê li erk û karên wî da xwest û her wiha hêviya ewe jî xwest peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya zêdetir geşbûnê bi xwe ve bibîne.