Monday 6 May 2024

Serok Barzanî pêşwaziya lîjneya Şehîdan û Qurbanî û Zîndaniyên Siyasî ya Encûmena Nûnerên Iraqê kir



Roja dûşema 06.05.2024, li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya lîjneya Şehîdan û Qurbanî û Zîndaniyên Siyasî ya Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşxistina hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikumeta Iraqa Federal û bi mebesta zêdetir xizmetkirina kesukarên şehîdan û enfalkiriyan û ziyanlêketiyên destê rejîma berê ya Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser tawanên rejîma berê ya Iraqê, li beranber gelê Kurdistanê û bi pêwîst zanî Hikumeta Federal bi girîngiyê ve dosyeya qurbaniyên destê rejîma berê ya Iraqê bike ewlewiyet û bi awayeke hêja û dadperwerane qerebûya hemû kesukarên şehîd û enfalkiriyan û ziyanlêketiyên destê wê rejîmê bike.

Her li vê hevdîtinê de Serok û Endamên Lîjneya Şehîdan û Qurbanî û Zîndaniyên Siyasî ya Encûmena Nûnerên Iraqê, bi kurtî behsa kar û proje û armanca sardana xwe ya Herêma Kurdistanê û hemahengiya li gel Hikumeta Herêma Kurdistanê xistin rû.