Saturday 20 October 2018

Serok Barzanî pêşwaziya niviskar û rewşenbîr, Jan Dost kir



Roja şemî 20.10.2018 li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya niviskar û rewşenbîrê navdarê Kurd, Jan Dost kir.

Li hevdîtinê de, Jan Dost xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî nîşan da û ragihand ku niha hemû gel bi çavê hêviyê ve temaşa Serok Barzanî dikin û ji bo ewe hatiye guh li şîretên cenabê wî bigre.

Li beranber da Serok Barzanî, ji bilî bi xêrhatinê, destxweşiyê li Jan Dost kir ji bo wê rola li warê çandî da dîtiye û berhemên bihadar xistiye rû.

Serok Barzanî bi kurtî dîroka li ser xebat û qurbanîdana gelê me û referandûm û 16 cotmehê û destanên Pirdê û Sihêlayê behs kir û ragihand: Dijminan bi dirêjahiya dîrokê hemû şiyanên serbazî ji bo têkşikandin û ji navbirina gelê me terxan kirin û şikest anîn, niha kar li ser şikandina îrade û nehiştina bawer bi xwebûna cem take kesên gelê me dikin û dixwazin wiha lê bikin em xwe bi hêjayî azadiyê nezanîn, mixabin li vir da jî hinek bi navê rewşenbîr û aliyên siyasî, bûne beşek ji wê planê û xizmeta armancên dijminan dikin.

Serok Barzanî ronahî jî kir: Her piştî zeftkirina ax û azadiya gelê me, dehan sale rewşenbîrên niştimanperwer û azadîxwaz, rê nedane kultur û çand û zimanê Kurdî û hestê azadîxwaziyê ji nav biçê, niha jî rola we yên nivîskar û rewşenbîran ku li dûv rêbaza wan bin û nehêlin dijmin li wê planê da serkeftî bin.

Serok Barzanî her wiha ragihand: Referandûm serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû û sedî 93 yê gelê Kurdistanê piştevan bûn û yekxistina îradeya azadîxwaziya Kurdistanê bû li seranserê cîhanê. Destanên Pirdê û Sihêla jî li 20 û 26ê cotmehê, werçerxaneke dîrokî bûn û serkeftina azadîxwazî bû li ser dagîrkarî û plangeriya derekî û navxweyî da.

Serok Barzanî tekez jî kir ku pêwîste hûn rewşenbîr vê peyamê bi xort û lawên Kurdistanê bigihînin ku pêwîste armancên wan yê mezin hebê û baweriya wan jî wan bi xwe hebê û paşaroja gelê xwe hebê.