Tuesday 28 May 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê Iraqê kir



Roja sêşema 28 Gulana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xatûna Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê kir ku bi helkefta dawî hatina erkên xwe yên li Iraqê û ji bo xatir xwestin û malavayî kirinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa navçeyê û pêşhatên dawî yên li ser asta Iraq û navxweya Herêma Kurdistanê danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî erk û keda xanima Jeanine Plasschaert kir û rûmet û pêzanînên xwe ji bo wê rola wê ya baş hebû ku di dema karkirina li Iraqê da bi mebesta yarmetîdana aramiya Iraqê û li hev nêzîkkirina aliyan û çareserkirina kêşeyan de dîtibû û her wiha hêviya serkeftinê li erk û karê wê yê nû da xwest.