Roja pênçşema 19.12.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Dr Mihemed ElHissan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û şanda pê re kir.
Li vê hevdîtinê de behsa hengavan û diyaloga di navbera aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û tekez li ser pêwîstiya pêkanîna kabîneya nû û destbikarbûna wî ya li vê rewşa siyasiya hestiyar ya li holê da kirin.
Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser pêşhat û guhertinên Suriye û navçeyê bi giştî û behsa metirsiya serhildana terorê û hizra tundiyê kirin. Egera bi nihênî hatina terorîstan ji Suriye bi metirsiyeke ciddî hate zanîn ku bandora wê li ser Iraq û navçeyê bi giştî dibe. Her di derbarê vê babetê de, hemahengiya emnî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de bi girîng dane zanîn.
Her du alî jî hêvî xwestin rewşa Suriye aramiyê bi xwe ve bibîne û kêşe û guhertinan bi diyalog û hevdû têgihiştinê li berjewendiya gelên Suriye de, bêne çareser kirin.