Saturday 8 June 2024

Serok Barzanî pêşwaziya parêzgerê Wasit û şandekî Hevpeymaniya Wasit Ecmel kir



Roja şemiya 08.06.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Cemîl Elmiyahî Parêzgerê Wasit û şandekî Hevpeymaniya Wasit Ecmel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û astengî û kêşeyên li ber aramî û geşepêdana parêzgehên Iraqê guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengî û karê hevbeşê di navbera Herêma Kurdistan û parêzgeha Wasit û parêzgehên dinê Iraqê ya bi navê xizmetguzariya ji bo welatiyan û avadanî û desteberbûna aramî û geşbûna li warên cûr bi cûr de kirin.