Roja dûşema 7 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Îrfan Ebdulezîz Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û rûdanên vê dawiyê yê navçeyê û bandora hevkêşe û bûyeran li ser ewlehiya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser peywendî û hemahengiya di navbera aliyan ya ji bo derbaskirina nakokiyan kirin.