Tuesday 18 March 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bereya Turkmenî ya Iraqê kir



Roja sêşema 18 ê Adara 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Hesen Turan Serokê Bereya Turkmenî ya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê proseya siyasiya Iraqê û rewşa parêzgeha Kerkûkê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tekez li ser hemahengî û nêzîkiya di navbera aliyên siyasiyên parêzgeha Kerkûkê ya bi navê kûrtir kirina pêkvejiyan û aramî û pêşkêş kirina xizmetguzariyê bi nîştecihên parêzgeha Kerkûkê de kirin.