Roja dûşema 26 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemmed Seman Serokê Bereya Turkmenî ya Iraqê kir.
Li hevdîtinê de di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û bi navê aramî û pêkanîna tebayî û birayetiya di navbera aliyan de, tekez li ser hemahengiya di navbera aliyên siyasî de kirin.