Tuesday 17 September 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Bilinda Niştimaniya Lêpirsîn û Dadperweriyê kir



Roja sêşema 17ê Eylûla 2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Basim Bedrî Serokê Desteya Bilinda Niştimaniya Lêpirsîn û Dadperweriyê kir.

Li hevdîtinê de Serokê Desteya Bilinda Niştimaniya Lêpirsîn û Dadperweriyê ji bilî balkişandina bi erk û karên desteya xwe, tekez li wê yekê kir ku kar û barên wan bi awayeke profesyonal û dûrî destêwerdana siyasî encam didin û daxwaz jî kir li gel aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ew hemahengiya wan hebê. Bi taybet ku xelkeke zêde li Herêma Kurdistanê da hene ku qurbaniyê ji destê siyasetên rejîma berê ya Iraqê ne û ji bo ku bikarîn baştir agahdarê kêşe û daxwazên wan bibîn û her wiha destên wan hevkariyê ji bo mîsogerkirina dadperwerî û pêkanîna xwestên wan bibîn.

Her wiha daxwaz jî kir peywendiya di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê baştir bibê û astengên li ber peywendî û hemahengiyên wan bêne çareser kirin.