Saturday 29 June 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Heşdî Şe'bî kir



Roja şemiya 29ê hezîrana 2024, li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Faleh Feyaz Serokê Desteya Heşda Şe'bî kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengî û peywendiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê û hewldanên ji bo parastina aramiya Iraqê kirin.