Thursday 22 August 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Dêra Kildan li Iraq û Cîhanê kir



Roja pênçşema 22ê Tebaxa 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xîbtey Patriyark Kardînal Mar Luis Rofael Sako Serokê Dêra Kildan li Iraq û Cîhanê û şandekî li gel da kir.

Li hevdîtinê de Serokê Dêra Kildan li Iraq û Cîhanê pesnê rola Serok Barzanî ya li hewlên wî yên ji bo parastina pêkhata Krîstiyan û palpiştîkirina daxwaziyên wan û pêdana piştrastî ya ji bo mîsogerkirina paşeroja wan ya li Herêma Kurdistan û Iraqê kir û ragihand ku Krîstiyanên derveyê Iraq û Herêma Kurdistanê jî spasguzarê helwestên Serok Barzanî ne.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina Serokê Dêra Kildan li Iraq û Cîhanê û şanda li gel, ragihand ku Krîstiyan û hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê wekî beşek ji gelê xwe dizanîn û bi hemû awayekî berevaniyê li mafên wan dikîn û ewe ji aliyê me ve wekî prensîpekî negûhere.

Rewşa siyasiya Iraq û rewşa Kerkûkê û çend babetên di derbarê pêkhatan mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.