Sunday 6 July 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir



Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û kêşeyên di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê danustandina bîr û raman kirin û herwiha behsa biryara birîna mûçeyên mûçexorên Herêma Kurdistanê kirin û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste li çarçêweya destur û bi ber çav girtina bingehên hevbeşî û hevsengî û li hevkirinê de kêşe bêne çareser kirin û bi tu awayekê jî debara welatiyên Herêma Kurdistanê tevlî nakokiyên di navbera aliyên siyasî û her du Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê neyê kirin û bi zûtirîn dem kêşeya şandina mûçe û şayesteyên darayiyên Herêma Kurdistanê bê çareser kirin.

Hilbijartinên bê ya Encûmena Nûnerên Iraqê û hemahengiya di navbera aliyan yên bi navê çareserkirina kêşeyan û rastkirina şaşî û kêmasiyên li nav proseya siyasiya Iraqê mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.