Roja şemiya 28ê Eylûla 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Musenna Samerayî Serokê Hevpeymaniya Azim û şandeke li gel da kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşxistin û pêşhatên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin, her wiha behsa hewlên dawî ya diyarkirina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kirin.