Thursday 4 July 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa kir



Roja pênçşema 04.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Nurî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa kir.

Li hevdîtinê de di derbarê peywendiya du aliyane û peywendî û danîna mekanîzma hemahengiyê li gel aliyên pêkhênerên çarçêweya hemahengiyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Rewşa siyasî û keşeyên li ber proseya siyasî û babeta diyarkirina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.